Evina Min Sözleri - Agire Jiyan

Tîrêjên rojê çîya dibire
Ava çem û kanî zinar dihelîne

Berbanga sibê xem direvîne
Evîna min welatê min e
Ji dil da ez evîndar im
Ji kezebê da birîndar im

Bi qêrîn û bi hewar e
Evîna min welatê min e

Carna dikevê xewnên şeva
Dimirçiqîne hesrên çava
Dibe sitran di nav dêv û lêva
Evîna min welatê min e

Ji dil da ez evîndar im
Ji kezebê da birîndar im

Bi qêrîn û bi hewar e
Evîna min welatê min e
Tüm Agire Jiyan Şarkılarını Göster