Bilûra min A sêrîn
Tu di sariya sibehê
û Hingûra êvarê de
Evale behevalan
Destbrayê sivan û dilketiyan î
Dengê te hestirên dilên xemgîran
Silava ji hev-veqetiyan
Girîn û zarîna dilketiyan
Tîne Bîra min
Bilura min, tu i
Xemrevîna têrkeserên dinyayê
Dengê bilûra min
Çiya û zozanên bilind
Kaniyên bi gul û rîhan dorgirtî
Guhê sikeft û serê zinaran
Guhdarên te ne
û Sura bayê xerbî
Te di naw pelê darê de digerînê
Bilûra min, were Em ê
Bi wî çiyayê bilind re
Bi hewa kevin
û Bibin Cîranê bayên xurt
û Hevalê kim tên wan
Yên bi mij û Dûman
û Tê de dengê xwe berdin
û Zarîna dengê me
Bikeve nav kortal û geliyan
û Bêcaniya erdên jêrîn
Bihejîne
û Pêlên ava heftreng
ãSn xemzebaz
Nalîna me bigehîne
Desta sir ûç û diyarbekirê
û Beriya mêrxasên berazan
û Kalîna berxan
Tev sehîna hespan
Li me vegerînin
Bilûra min, binêre û bibihîse
Roj Çû ava
Stêra êvarê Bû ges
Kolosên çiyan ên gewr
û Hewraniyên wan ên sor û zêrîn
Bûne Çûn
û Pêlên awa sevê yên res
Ketine dest û newalan
Heta rûyê gir û kepezan
Di qeraca de
Kevir piyê sevgera dixapînin
û Bêdengiya sevê de
Pêjna lingên mêrxasan tên
Bilûra min
Dengê xwe berde
Dinya, mîna zarokekî bersîr
Ket dergûsa xwe
Dengê xwe berde, bilûra min
û Jê re bilorîne
Xema wê birevîne
Bilûra min tu î
Xemrevîna terkeserên dinyayê
û Li rojhelatî
Dema ko dinya hisyar dibe
Ji xew radibe
Ji me re
Strana azadî û serbestiya
Kurdistanê
Binehwirîne
û Dengê wê stranê, bila
Mîna tîrêjên rojê yên pak û zêrîn
Bikeve nav dil û guhên me
Bilûra min
Tu î xemrevîna dilketîyên welêt