Dîsa hatî biharê
Çavê’m yar digere
Ji ber ku îro newroz e
Govenda me bo doz e
Newroz e, newroz e,
Newroz e hevalê
Newroz e, newroz e,
Newroz e delalê
Newroz hatî bixêr bê
Kêf û sebra’m pê tê
Destê yara xwe bigirim lê
Bigirim herim d’ewatê
Newroz e, newroz e,
Newroz e hevalê
Newroz e, newroz e,
Newroz e delalê
Agirê newroz gur bikin
Doza xwe xurt bikin
Azadiya me nêz bûye lê
Destê xwe hine bikin
Newroz e, newroz e,
Newroz e hevalê
Newroz e, newroz e,
Newroz e delalê