Bûka Baranê Şarkı Sözleri - Mem Ararat

Yarê, delalê, bûka baranê,
Bes e xwe bixemilîne ,
Bi rengê biharê
Bes e xwe bixemilîne,
Bi rengê tavê

Çima tu nakenî?
Çima tu napeyivî?
Û li wê valahiyê
Dîsa sar mayî
Çima tu nakenî?
Çima tu napeyivî?
Û li wê valahiyê
Weke mirin mat mayî

Yarê, delalê, bûka baranê,
Bes e xwe bixemilîne ,
Bi rengê biharê
Bes e xwe bixemilîne,
Bi rengê tavê

Çaxa te dibînim
Di vê jiyana tarî
Ez xembar dibim
Ez birîndar dibim
Çaxa te dibînim
Di vê jiyana tarî
Ez xembar dibim
Ez dîn û har dibim

Yarê, delalê, bûka baranê,
Bes e xwe bixemilîne ,
Bi rengê biharê
Bes e xwe bixemilîne,
Bi rengê tavê
Tüm Mem Ararat Şarkılarını Göster